Senatoran di civîna Trump-Erdogan de nîgeraniyên xwe bo êrişa Tirkiyê ya li ser Rojava derbirin
Di beşekî civîna Serokê Amerîkayê Donald Trump û Serokkomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan de, hejmarek senatorên nêzîkê Trump jî beşdar bûn. Di civînê de senator axifîn û hem wek nîgeranî û hem jî wek pêşniyar behsa çend mijarên girêdayî Washington û Enqerê kirin.
Senatorê Komariyan Lindsey Graham got: ““Armanca vê civînê, hebûna derseke şaristanî ye bo dostên me li Tirkiyê. Herwiha derfeteke baş heye, eger bikaribin bibînin.”
Kirîna sîstema S-400 ji aliyê Tirkiyê ve, rewşa penaberên Sûriyê û herwiha êrîşa Tirkiyê bo ser Kurdan li Rojavayê Kurdistanê ew mijar bûn ku senatoran di civînê de anîn ziman.
Joni Ernst Senatorê Komariyan jî wiha axivî: “Em dixwazin wek hevpeymanekî bihêz di NATOyê de bimînin. Hun bo me gelekî girîng in. Loma em dixwazin we bînin nav vê çarçoveyê. Em dixwazin behsa S-400an bikin. Dixwazim spasiya te bikim bo axaftina li ser penaberên Sûriyê ku li ba we ne. Ev bo me gelekî girîng e. Herwiha em dixwazin li ser wê yekê jî biaxifin ku hinek ji me hevpeymanî Kurd in û em dixwazin li wê jî biaxifin ka çawa kar li ser vê pirsê bikin.”
Senatoran bi zelalî nîgeraniya xwe li beramber êrîşa Tirkiyê bo ser wan navçeyên di bin kontrola HSDê de ne bo Erdogan anîn ziman. Hevdem, ji Erdogan re gotin, Kurd hevpeymanê Amerîkayê ne û ligel Amerîkiyan di şerê dijî DAIŞê de jiyana xwe xistine metirsiyê.
Senatorê Komariyan Ted Cruz jî got: “Xala yekem a me sîstema S-400 a Rûsî ye, ku ligel firokeyên F-35 nagunce, em hêvîdar in ku Tirkiye vê helwêsta xwe biguhere û S-400an veneguhêze. Xala duyem Kurd, Kurdan jiyana xwe xistin metirsiyê daku ligel Amerîkayê şer li dijî dijminekî hevbeş bikin. Ev cihê nîgeraniyeke ciddî ye û em naxwazin bibînin ku Tirkiye êrîşî Kurdan bike.”
Senator hevdeng bûn ku divê dostayetiyeke bihêz di navbera Tirkiye û Amerîkayê de hebe, hevdem alozî û pirsgirêkên di navbera wan de hene çareser bikin. Herwiha pêdagir bûn li ser wêya ku Kurd dostê Amerîkayê ne û nabe Tirkiye êrîşî wan bike.
RÛDAW