Rojhilat – Li Îlamê girtiyek kurd hat îdamkirin
Li bajarê Îlam yê Rojhilatê Kurdistanê girtiyekî kurd hat îdamkirin.
Malpera Hengaw ragihandiye, duhî danê sibê girtiyekî kurd li girtîgeha bajarê Îlamê hat îdamkirin.
Li gorî agahiyan, ew girtiyê kurd xelkê bajarokê Eyvana Rojava yê Îlamê û navê wî jî Mihemed Resûl Çolkî (25 salî) bû.
Ew welatiyê kurd ji ber kuştina pismamê xwe hatibû girtin û bi îdamê hatibû mehkûmkirin.
BasNews