Erdogan: Piraniya parlamenterên kurd di partiya min de ne

Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan û serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trumpî piştî hevdîtineka li Qesra Spî bersiva pirsên rojnamegeran daye.

Li gor nûçeya Ajansa Anadolûyê hin beşên axiftina Erdoganî ev in:

"Nuha di parlementoyê de zêdetir ji 50î parlementerên Kurd di partiya min de ne. Pirsgirêka me bi Kurdan re nîn e."

"Ewên ku hûn ji wan re dibêjin Kurd, PYD/YPG. Ev rêxistina terorê ne, ew sazî girêdayî PKKê ye. Ferhat Abdî Şahîn (Mezlûm Kobanî) di esil de ew kurê manewî yê Apoyê serekê rêxistina terorê ye."

"Welatê me bi vê herekatê derbeke giran li rojeva cudakariyê ya PKK/YPGê ya li Sûriyeyê, xist. Me 287 kesê ku di nava wan de jin û zarok jî hene û ji kampên destê PKK/YPGê reviyan û hatin herêma di bin kontrola Tirkiyeyê de, girtin. Nuha di parlementoyê de zêdetir ji 50î parlementerên Kurd di partiya min de ne. Pirsgirêka me bi Kurdan re nîn e."

"Pêşxistina têkiliyên Tirk-Amerîkan li ser zemîneke bihêz û dirust û di mijara xûrtkirina hevkariyê de, em hemfikrin. Em biryardar in bi awayekî guncaw li têkiliyên me yên bi kok ên mitefiqtiyê, rûpeleke nû vekin. Take welatê mitefîqê NATOyê yê ku li dijî DEAŞê germagerm micadele kiriye û di wê rêyê de şehîd dane Tirkiye ye. Çi ewên ku xwestin li Sûriyeyê ji girtîgehê birevin, çi jî ên li welatê me, nuha derdora 2 hezar û 200 DEAŞi di destê me de girtî yaxud mehkûm in. Tirkiye û DYA dikarin ji bo qedandina DEAŞê bi temamî û ji bo anîna aşitî û îstiqrarê li Sûriyeyê bi hev re bixebitin. Ji bo çareseriyeke mayinde ji qeyrana Sûriyeyê re, em pabendiya xwe bi mitabeqeta digel DYAyê re didomînin. Em dibînin ku hinek derdorên ku sempatiya wan ji rêxistinên terorê heye, ji vê aciz in, hewl didin bi dezenformasyonan fikrên raya giştî tevlihev bikin û têkiliyên me têk bibin."

"Me hişt ku 365 hezar Sûriyeyî, li Cerablûsê vegerin axa xwe"

"Di navbera 6 meh heta 2 salan de, em dikarin milyonek penaberî li Herêma Ewle, û milyonekî jî li Reqa û Dêrazorê bi cih bikin. Me hişt ku 365 hezar Sûriyeyî, li Cerablûsê vegerin axa xwe. Bi Herekata Kaniya Aşitiyê îdî vegera bajar û gundan dest pê kir."Veberhênana ku me kir 40 milyon dolar e, mixabin ya ku ji Ewropayê hat tenê 3 milyar ewro ye."

(MB)

Bianet