Rêveberiya Xweser: Encamderên teqînên Qamişlo hatin girtin
Di daxuyaniya Hêzên Ewlehiyê de hatiye gotin, ku piştî şopandina sedemên bûyerên teqînên ku roja Duşem 11ê Mijdarê li Qamişlo hatine encamdayîn, endamên gurûpa encamder hatine naskirin û girtin.
Hêzên Ewlehiya Navxwe li Rojavayê Kurdistanê di operasyoneke taybet de, nîveşeva 12ê Mijdarê encamderên teqînan, yek bi navê Ehmed Casim el Mustefa, û hejmarek ji endamên beşdar ligel wî girtine.
Di daxuyaniyê de tê gotin, ku li gorî lêpirsîna seretayî li gel wan kesan, ew mukur hatine, ku pêwendiya wan ligel kesekî ji Tirkiyê heye.
Roja Duşemê 11ê Mijdara 2019an, 3 teqînên li pey hev li Qamişlo çê bibûn, ku di encamê de 6 welatiyên sivîl jiyana xwe ji dest dabûn, û 26 kes jî birîndar bibûn, di nav wan de 4 endamên hêzên ewlehiyê hebûn.
Li gorî daxuyaniyê teqînek ji wan bi otomobîlekê bûye, li nêzîkî çayxaneya El-Şimûi, û 2 teqînên din bi rêya 2 motorsîklêtan hatibûne encamdan.
RÛDAW