Fermandarê HSDê agahiyek veşartî ya metirsîdar aşkera kir
Fermandarê giştî yê HSDê Mezlum Kobanê ji Sky News re ragehand, serî rakirina terorîstên DAIŞê li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê metirsiyekî mezin û cidî ye.
Li gor Kobanê, êrîşa artêşa Tirkiyê ya ser Rojavayê Kurdistanê hêviya bihêzbûnê daye çekdarên DAIŞê, ji ber DAIŞ, li wan navçeyên ku artêşa Tirkiyê dest daniye ser binkeyên xwe vedike.
Sky News amaje bi wê yekê jî kir ku, fermandarê giştî yê HSDê belgeyên temam aşkera kirine ku, îspat dike Tirkiye xwe birêxistin kirina çekdarên DAIŞê teşfîq dike.
Herçend Tirkiye wan tometa red dike jî, lê çekdarên grubên tund ên opozîsyona Sûriyê, ku serkêşiya êrîşa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê dikirin, di çend girte videoyan de dirûşmên DAIŞê dibêjin.
BasNews