Şehyan Tehsîn li Amerîkayê xelata FIPP wergirt
Rêveberê Federasyona Navdewletiya Medyayên Periyodîk (FIPP), James Hewes di dema pêşkêşkirina xelatê de ragihand: “Îsal em xelata rêzgirtinê didin hejmarek medyakaran, yek ji wan karekî gelek mezin kiriye û bandora wê heye, Şehyan Tehsîn li Kurdistanê. Wê karekî gelek mezin kiriye û nîşan daye ku li Kurdistanê çi rû dide û çi rû daye. Wê karekî gelek dahênerane kiriye.”
Ew xelata ku pêşkêşî pêşkêşkara Rûdawê Şehyan Tehsîn hatiye kirin, taybet e bi wan gencên dahêner ku bandora wan li ser civakê heye. Şehyan Tehsîn ji aliyê komîteya FIPP ve bo wergirtina xelatê hatiye destnîşankirin.
Rêveberê FIPP, James Hewes dibêje, îsal wan 5 kesên serkeftî di wî warî de hene.
Pêşkêşkara navdar a Rûdawê, Şehyan Tehsîn piştî wergirtina xelatê, ji Las Vegasê ve beşdarî bernameya Nûrojî Dostan a Rûdaw TVyê bû û derbarê xelatê de axivî. Şehyan Tehsîn ragihand, ji ber bernameya Berpirsiyar wan li Amerîkayê ew xelat wergirtiye û got: “Ez gelek keyfxweş im û spasiya wan kesan dikim ku bûne mêvanê bernameya min, çimku me çi qasî alîkariya wan kiriye û me dengê wan gihandibe aliyên berpirsiyar (pêwendîdar), bi heman awayî wan jî alîkariya min kiriye. Ez spasiya hemû Rûdawê û hevkarên xwe dikim. Hemû bi min re li gel karê min westiyan û ew xelat jî ku îro min wergirt, xelata hemû Rûdawê ye.”
Di beşeke din a axavtina xwe de, Şehyan Tehdîn got: “Xelat wek rêzgirtinek bû li bermaber wan kêysên ku di bernameya Berpirsiyar de me behsa wan kiriye. Karê me jî li Rûdawê xizmetkirina mirovahiyê ye. Herwiha eger hevkarên min ên li Rûdawê nebana, min jî nedikarî vî xelatî werbigrim. Wergirtina vî xelatî jî ji bo min giring e û ji niha pê ve karê me li Berpirsiyar girantir dike.”
FIPP ku xwe weke Tora Medyayî ya Cîhanî jî dinasîne, komeleyeke navdewletî ye û armanca wê pêşxistina naveroka medyayî ye bi rêya beşkirin û veguhastina zanyariyan û karê hevbeş ê piralî û çêkirina hevbeşiya stratejîk. Di FIPP de 700 kompanya û navend endam in, ku sala 1925an li Fransayê hatiye damezrandin û paşê baregeha xwe veguhastiye London a paytexta Brîtanyayê.
Federasyona navhatî du salan carekê kongreya cîhanî saz dike û her care jî li welatekê tê lidarxistin. Di 2017an de kongreya federasyonê li Londonê birêveçûbû, hevdem salane civînele lûtke ya taybet bi dahênerên dîcîtalî li Berlînê saz dike.
FIPP du dal carekê kovarekê diweşîne ku nûtirîn û serkevtîtirîn medyakaran diyar dike û cara yekê bi vê kovarê navdar bû.
Ew merasima ku Şehyan Tehsîn weke pêşkêşkara Tora Medyayî ya Rûdawê ji bo wê hatiye vexwandin, bi hevbeşî li gel UPM li hotêla Planet Hollywood li Las Vegas a Amerîkayê û di rojên 12-14ê vê mehê tê lidarxistin û di êvara roja 12ê mehê de jî xelat tê pêşkêşkirin.
Jiyannameya Şehyan Tehsîn
Di karkirinê de keseka bi dîsîplîn e, berdewam hez dike ku berhemên baştir pêşkêş bike, ji ber bernameya Berpirsiyar ve weke pêşkêşkareka xemxor li hember kêşeyên xelkê û çareserkirina kêşeyên wan hatiye naskirin.
Şehyan Tehsîn ji sala 2015 ve li Tora Medyayî ya Rûdawê weke pêşkêşkara bernameya Nûroj û pêşkêşkara nûçeyan dest bi kar kiriye û beşdarî di çend xûlên rahênanên rojnamevanî yên Rûdawê de kiriye.
Di heyama karkirina xwe de li Tora Medyayî ya Rûdawê, pêşkêşkariya bernameyên Taksî Remezan, Citizen, Şehyana Hilbijartinan û Berpirsiyar kiriye.
Di heyama du salên bihorî de bi rêya bernameya Berpirsyar ve ku Şehyan Tehsîn pêşkêş dike, kêşeyên bi dehan kesên hejar û nexweş hatine çareserkirin, ku çandina dil û pişikan ji bo du zarokan, çêkirina xaniyan bo 3 malbatan, avakirina dibistanekê ji bo gundekî sînorê Silêmaniyê, vegerandina qerebûya beşdarên gundê Korî, tapokirina zewiyan bi ser 4,500 pêşmergeyan û dabînkirina alîkariyên tendirsutî û darayî ji bo sedan kesan, çend mînak ji wan mijaran in.
Şehyan Tehsîn beşdar bûye di rûmala bûyerên giring ên Kurdistanê de, ji wan jî kontrolkirina Şingalê ji aliyê Hêza Pêşmerge, di dema referanduma serxwebûna Kurdistanê de li stodyoyên Rûdawê û di anav xelkê rûmal kiriye, di hilbijartinên parlamento ya Iraqê û Parlamentoya Kurdistanê de bernameyê wê yên taybet hebûne.
Şehyanê herwiha çendîn dîbeyt û rûmalên pêşangehên navdewletî û konferansan birêve biriye û çendîn hevpeyvîn li gel berpirs û kesên xuya yên Kurdistanê û biyanî encam daye.
Şehyan Tehsîn sala 1988an li bajarê duhokê ji dayik bûye.
Zanîngeh li beşa Şaristanî ya Fakulteya Endazyarî ya Zanîngeha Duhokê qedandiye û bawernameya bakaloriyosê wergirtiye.
Ji sala 1999an ve dest bi pêşkêşkariya bernameya zarokan di kanala Kurdistan TV ya li ser satelîtê karê ragihandinê kiriye û herwiha berî Rûdawê, pêşkêşkara War TVyê jî bûye.
Şehyan di sala 2018an de yek ji axêverên TEDx li Duhokê bûye û sala 2013 jî rêkxerê eventên Festîvala Navdewletiya Fîlman a Duhokê bûye.
Hersê zimanên Kurdî, Erebî û Ingilîzî bi başî dizane.
RÛDAW