Welatiyên Rojavayê Kurdistanê bi keviran pêşwazî li dewriyeya Rûsî-Tirkî kirin
Di çarçoveya rêkevtina Soçî ya di navbera Tirkiye û Rûsyayê de îro çaremîn dewriyeya hevbeş a Rûsya û Tirkiyê li nav axa Rojavaya Kurdistanê hat kirin.
Dewriyeya çaremîn a Rûsya û Tirkiyê li sînorê Dirbêsîyê birîve çû.
Li cihê dewriya xelkê navçeyê derbasbûna hêzên Tirkiyê bo nav axa Rojavayê Kurdistanê û herwiha êrîşa wî welatî ya bo ser Rojavayê protesto kirin û hewl dan ku rê li ber gera hêzên Rûsî-Tirkî bigirin. Xelkê deverê bi kevir û şikalên xwe pêşwazî li deweriyeya Rûsî-Tirkî kirin.
Roja 8ê Mijdarê di demekê de ku hêzên Rûsya û Tirkiyê li navçeyên sînorî yên Rojavayê Kurdistanê sêyemîn gera xwe ya hevbeş encam didan, wesayita zirhî ya artêşa Tirkiyê dabû ser kesekî sivîl û ew kuştibû.
Roja 31ê Cotmehê yekemîn gera hevbeş di navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê de li rojhilatê Serê Kaniyê heta Dirbêsiyê dest pê kir. Di wê gera hevbeş de, hêzên herdu welatan li gundê Şêrikê dest bi gera xwe kirin û di gundên Ala Qusî, Gir Hesena, Mehete, Tel Xatûn, Mela Ebas, Mehrekan, Tel Cîhanû Girkê Zêra re derbas bûn û li gundê Qere Hesen jî dawî li gerê hat.
Herwiha roja 5ê Mijdara 2019an jî duyemîn gera hevbeş a Rûsî-Tirkî li sînorê Kobanî hat destpêkirin. Ew gera hevbeş jî bi beşdariya 8 wesayitên zirhî yên Tirkiyê û Rûsyayê bi dirêjiya 87 km û bi kûrahiya 10 km di navbera Kobanî û Girê Spî de hat encamdan û bo dema 4 demjimêran dom kiribû.
Roja 8ê Mijdarê dewriya sêyem a hevbeş a hêzên Rûsya-Tirkiyê di navbera Qamişlo û Dêrikê de hatibû kirin.
Gerên hevbeş ên navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina 10 alî ya Soçî de ye, li Moskow û Enqerê li ser wê li hev kirine.
RÛDAW