Karwanekî leşkerî yê Hêzên Hevpeyman derbasî Rojavayê Kurdistanê bû

Karwanke leşkerî yê Hêzên Hevpeymanîya Nêvdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê bû.

Rewangeha Sûriyê ya Mafên Mirov belav ragehand, Hevpeymanîya Nêvdewletî di karwanekê de bi dehan otombêlên leşkerî ji barhelgiran û alavên leşkerî derbasî Rojavayê Kurdistanê kirin.

Li gor Rewangehê, ew karwanê leşkerî ber bi rojavayê Qamişloyê ve çûye.

Berî niha jî Rewangeha Sûriyê belav kiribû, Hevpeymanîya nêvdewletî li bingeha lîwa ya 113 bicîh bûye û binkeyê wê yê nû 8 Km ji Dêrezorê dûre.

BasNews