top of page

Wezîrên derve yên YE dicivin: Êrîşa Tirkiyê bo ser Rojava li ser maseyê ye

Îro Dûşemê, Wezîrên Derve yên Yekîtiya Ewropayê li Brukselê dicivin. Mijara êrîşa Tirkiyê li ser Rojavayê Kurdistanê gotûbêj dikin. Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokraîtk (MSD), Îlham Ehmed jî haydarî daye welatên Ewropayê, ku eger rê li ber operasyona Tirkiyê neyê girtin, çekdarên DAIŞê yên girtî dê di riya Tiriyê re bibin gef li ser Ewropayê.

Wezîrên derve yên Yekîtiya Ewropayê li ser hejmarek ji mijaran danûstandin û gotûbêjan dikin. Yek ji wan jî, pirsa êrîşa Tirkiyê li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê ye.

Rola sereke di çarçoveya vê mijarê de, girêdayî Brîtanya, Almanya û Fransayê ye, ku Brîtanya nerazîbûna xwe derbarê kiryarên Tirkiyê nîşan dide, lê heta niha ti biryar û gavên cidî li dijî Tirkiyê neavêtine.

Fransa jî, di çend demên zehmet de, li kêleka gelê Kurd rawestiya û xwediya hinek biryarên girîng bû, ji berjewendiya Kurdan, lê heta niha bi fermî û bi awayekî praktîkî, ti gaveke xurt û bibandor ji bo parastina Rojavayê Kurdistanê li beramber gef û êrîşên Tirkiyê û grûpên çekdar neavêtiye.

Pêncşma bihorî, Serokomarê Fransayê nerazîbûna xwe derbarê reftarên takealî yên Tirkiyê li Sûriyê, di çarçoveya operasyona bi navê (Kaniya Aştiyê) de, nîşan dabû, ku Tirkiye hevpeymana wan e, di NATOyê de û rexne li NATOyê kir ku nikare endamên xwe ragire.

Almanya jî ragirtina firotina tank û çekan ji bo Tirkiyê ragihandibû, lê şirovekarên siyasî dibînin ku dibe Almanya ligel Tirkiyê alîkar be, ji bo niştecîkirina penaberan li Rojavayê Kurdistanê, ku ew gav bi xwe proseya guherîneke demografîk e û di naveroka xwe de ji aliyê gelê Kurd ve weke binpêkirina mafên mirovan û yasayên navdewletî tê dîtin, ne tenê wiha, lê belê ev yek ji aliyê gelek siyastemedar û mafnasan, weke tawana li dijî gelê Kurd tê encamdan.

Seroka Cîbicîkar a Encûmena Sûriyeya Demokraîtk (MSD), Îlham Ehmed haydarî dabû welatên Ewropayê, ku eger rêgiriyê li ber operasyona Tirkiyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê nekin, ew dê tûşî pêleke nû ji çekdarên DAIŞê yên vegeriyayî bibin.

Serokomarê Sûriyê, Beşar Esed jî di nûtirîn hevpeyvîna xwe de, behsa helwesta welatên Ewropayê derbarê Serokomarê Tirkiyê de kir û ragihandiye, ku Ewropî ji Erdogan hez nakin lê pêwîstiya wan pê heye.

Di Cotmeha bihorî de jî, derbarê tevger û reftarên Tirkiyê li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê, Yekîtiya Ewropayê li Loksemburgê kete gotûbêjan, lê heta niha ti kar, bername û helwesteke cidî nehatiye standin, ku xelkên wê navçeyê ji metirsiyan bêne parastin.

RÛDAW

bottom of page