Rêveberîya Xweser: Rûsiya hewil dide Sûriya li gel HSDyê bigehe ji hev têgehiştinê
Bedran Çîya, şêwirmendê Rêveberîya Xweser ragehand, hikumeta Sûriya dixwaze rewşa navçeyê vegere berîya sala 2011yê û ti tişteke ser erdê çavanên wê nabîne. Lê bi gotina wî, Rûsiya hewlên xwe dide daku hikumetê razî bike daku bigehe li hevkirinekê bi HSDyê re.
Herweha Çîya got, danûstandinên wan bi hikumeta Sûriya û Rûsiyayê re berdewam in bo belavbûna artêşa Sûriya li ser sînorê Tirkiyê û birêveçûna gerên hevbeşên Rûsia û Tirkiyê û vekşana HSDyê ji sînor bi tevahîya çekên xwe ve bi kurahya 30 Kîlometran.
Tekez jî kir, ku ew hemû hewlên xwe didin bo serkeftina rêkeftina Soçî; lê Tirkiya û komên çekdarên ser bi wê ve ne pabendin bi agirbestê ve.
Amaje bi wê yekê jî kir, ku Tirkiya û çekdarên dûvelanêkên wê guhertina demogirafî li Girê Sipî û Serê Kanîyê encam didin û ev yek jî metirsîyê li ser xelkê navçeyê çêdike. Bi gotina wî jî, pêwîste di vê derbarê de Emerîka helwêsteke cidî nîşan bide cûnku li gor rêkeftina bi Emerîka re; Tirkiya derbazî wan navçeyan bû ye.
K24