top of page

Serok Barzanî pêşwaziya Balyozê Vatîkan li Iraqê kir

İro li Pîrmamê Serok Barzanî pêşwaziya balyozê Vatîkanê li Iraqê Alberto Ortega Martín kir.

Di hevdîtinê de balyozê Vatîkan li Iraqê spasiya rola Serok Barzanî û hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê yabo têkşikandina terorîstên DIŞIê kir û ragihand tişta ku Pêşmerge kir karek bû ji bo hemû mirovayetiyê.

Herwiha pêzanînên xwe jî ji bo xelk û Hikûmeta Herêma Kurdistanê hebû ku di rojên dijwar de koçber û pêkhateyên olî û etnîkî parastine û derî bo wan vekirî hêştine.

Di beşekî dinê civînê da rewşa siyasî û pêşhatên dawî û nerazîbûn û xwepêşandana xelkê li Bexda û parêzgehên Başûrê Iraqê guftûgo kirin û tekez li ser rewayi ya daxwaziyên hemwelatiyan û xwepêşandana aştiyane kirin û her dû alî li ser ewe hevrê bûn ku tundutîjî ji aliyê her aliyek bê kêşeyên Iraqê kûrtir dike.

Pêşxistina peywendiyên di navbera Herêma Kurdistan û Vatîkanê mijareke dinê vê hevdîtinê bû.

KTV

bottom of page