ROJAVA - Şandeke ENKSê û General Mazlûm Kobanî civiyan
Li gor agahiyên Rûdawê, îro Yekşemê şandeke Konseya Serokatiya ENKSê bi li Rojavayê Kurdistanê bi Fermandarê Giştî yê HSDê, General Mazlûm Kobanî re hevdîtin pêk aniye.
Endamê Desteya Serokayetiya ENKSê Tahir Hesaf ji Rûdawê re ragihand, ku civîna wan bi Mazlûm Kobanî re erênî bûye û têde li ser helwên nêzîkkirin û lihevkirina aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê axivîne.
Hesaf ji Rûdawê re got, ku serokayetiya ENKSê têbîniyên xwe pêşkêşî Mazlûm Kobanî re kirin ji bo ku PYD, Rêveberiya Xweser û ENKS lihev bikin.
Berî çend rojan jî Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî gotibû, ji ber rewşa niha ya Rojavayê Kurdistanê, ew bi berdewamî ligel General Mezlûm Kobanî di pêwnediyê de ye û çend caran bi hev re civiyane û ji PYD û ENKS xwestibû ku lihev bikin.
Doh jî Serokwezîrê Kurdistanê Mesûr Barzanî di serdana xwe ya bo kampa Berdereş a koçberên Rojavayê Kurdistanê soz dabû koçberên Rojavayê Kurdistanê ku ew dê hewl bidin çaresereke siyasî li Rojavayê Kurdistanê bibînin.
RÛDAW