Hêzên YPGê û rejîma Sûriyê li Kobanê xwe bo êrîşa Tirkiyê amade dikin
Çavkaniyên çapemeniyê li Kobanê ji BasNewsê re ragehand, hêzên YPGê li gel hêzên ser bi artêşa rejîma Sûriyê, nav bajarê Kobanê û derdora wê mijûlî lêdana xendeqan in û amadekariyê bo êrîşa Tirkiyê ser Kobanê dikin.
Herwaha li gor zanyariyên çapemeniyê, kolana xendeqan nav rûniştvanên sivîl ên Kobanê tirs û xofeke mezin çêkiriye, bi taybet jî ji ber çend sal berî naha êrîşa li ser Kobanê û ji ber êrîşa rêxistina terorîst a DAIŞê, xelkê Kobanê gelek êş û bela li serê wan hatin.
Li gor heman çavkaniyên çapemeniyê behs dikin rûniştvanên kurd ên Rojavayê Kurdistanê, naha di rewşekî de ne ku baweriya wan bi ti aliyekî navnetewî nemaye, bi taybet jî piştî ku Amerîkayê xwe ji Kobanê vekêşa. Berî naha jî ezmûnên wan ên nexweş li gel Rûsyayê li Efrînê jî hebûye, ji ber wê tirs heye ku Kobanê jî wek Serê Kanî, Girê Spî û Efrînê ji dest biçe û bibe qurbana rêkeftinên navbera Tirkiye û Rûsya an jî Tirkiye û Amerîkayê.
Berî naha rêveberê Partiya Demokrat a Kurdistan – Sûriyê Şahîn Ehmed ji BasNewsê re ragehand, Kobanê yek ji wan navçeyên Rojavayê Kurdistanê ye, ku hîn metirsî li ser naye û li ser masa kirîn û firotina navbera lîstokên Sûriyê ye û ev êdî di navbera Tirkiyê û Rûsyayê de be, yan Tirkiye û Amerîkayê de ne diyar e.
BasNews