Derbiderên Girê Sipî li Kobanê di rewşeke dijwar de dimînin

November 10, 2019

Bi hazaran welatiyên Girê Spî di encama erîşa artêşa Tirkiyê koçberî Reqa û Kobanê bûn û di rewşeke dijwar de dijîn, ku ji bilî koçberî û derbideriyê, ji her malbatekê re cîrokeke wan a êşê heye.

Nadiya û Asiya du xwişkên cêwî ne, temenê wan 2 meh in û nexweş in, bavê wan li gundê wan ê li rojavayê Girê Sipî şehîd bû, dayika jî neçar me ku wan ji gund birivîne û li dibistaneke li bajarê Kobanê bicih bibe û niha ew dayika di rewşeke dijwar de wan herdu zarokan xwedî dike.

Ji her derbidereke li vê dibistanê bicih bûye, çîrokeke wê ya trajedîk heye. Her wiha piraniyê zarokan jî bê bav mane.

Malbateke din jî, dapîrek 5 kes ji malbata wê li ser destê artêşa Tirkiyê û cekdarên ser bi wê ve şehîd bûne û malbate wê tenê zarok û jin mane.

Derbiderên li vê dibistana Kobanê dimînin dibêjin, pêwistiya wan bi tevehiyê pêdeviyên jiyanê yên sereke hene, lê ew tenê vegera bo malên xwe dixwazin. Herwiha bangewaziyê li cîhanê dikin ku erîşa Tirkiyê rawestînin.

Piştî êrîşa artêşa Tirkiyê li ser Girê Spî û Serê Kaniyê, bi deh hazaran ji xelkê koçber û derbider bûn. Piraniya xelkê Girê Sipî jî berê xwe dane Reqayê û hajmarek jî li dibîsatanên bajarê Kobanê bicih bûne.

K24

 

Please reload