Mazlûm Kobanî dixwaze Serok Barzanî aliyan Rojava nêzîkî hevdu bike

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demokratîk Mazlûm Kobanî (HSD) daxwaz ji Serok Mesûd Barzanî dike ku ji bo nêzîkirin û yekrêzîya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê rola xwe bibîn e.

Îro roja pêncşemê 07- 11- 2019an Mazlûm Kobanî di hevpeyvînek taybet de ji bo Kurdistan24ê aşkere kir ku Serok Mesûd Barzanî dikare aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê nêzîkî hevdu bike. Herwiha Kobanî, daxwaz ji Serok Barzanî dike ku ji bo nêzîkirin û yekrêzîya aliyên siyasî yên Rojavayê Kurdistanê rola xwe bibîn e.

Herwiha Kobanî dibêje jî, pêwendiyên wan digel serokayetî û rayedarên Hikumeta Herêma Kurdistanê baş in û daxwaz dike, pêwendiyên wan baştir bibin.

BasNews