HSD: Wesayita leşkerî ya dewriyeya Tirkiyê da ser welatiyekî Kurd û ew kuşt
Mistefa Balî li ser twîttera xwe nasnameya wî kesê ku wesayita leşkerî ya Tirkiyê daye ser û ew kuştiye aşkere kiriye û diyar kiriye, “navê wî kesî Serxwebûn e û ji gundê Til Cemal e”.
Balî dibêje, wesayita zirhî ya Tirkiyê di demekê de daye ser wî welatiyê sivîl ê Kurd û ew kuştiye, ku îro gera sêyem a hevbeş a hêzên Rûsya û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê û di navbera rojhilatê Qamişlo û rojavayê Dêrikê de dest pê kiriye.
Berpirsê Ragihandina Hêzên Sûriya Demokratîk berpirsatiya kuştina wî kesî xistiye stuyê Rûsyayê, ji ber ku ew kesê sivîl li wê devera ku jê re “navçeya aram” tê gotin, û di demekê de kui hêzên Rûsî û Tirkî bi hev re dewriyeyeke hevbeş encam didan, hatiye kuştin.
Mistefa Balî di twîtta xwe de dibêje: “Em Rûsya weke aliyê berpirsyar di ber wê kuştinê de dibînin, ku îdia dikir navçe bi gerên hevbeş û bêyî hebûna hêzên HSDê ewletir û aramtir dibin.”
Berpirsê Ragihandina di twîtteke din de jî daye xuyakirin, ku hejmarek welatiyên sivîl ên Rojavayê Kurdistanê gera hevbeş a Tirkî-Rûsî protesto kirine, lê hêzên Tirkiyê yên di dewriyeya hevbeş a li gel Rûsyayê de, bi bombeyên gaza rondikrêj êrîşî wan welatiyên sivîl kirine û di encamê de 10 kes birîndar bûne.
Îro gera sêyem a hevbeş a hêzên Rûsya-Tirkiyê di navbera Qamişlo û Dêrikê de dest pê kir.
Gerên hevbeş ên navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê di çarçoveya rêkeftina 10 alî ya Soçî de ye, li Moskow û Enqerê li ser wê li hev kirine.
Roja 31ê Cotmehê yekemîn gera hevbeş di navbera hêzên Rûsya û Tirkiyê de li rojhilatê Serê Kaniyê heta Dirbêsiyê dest pê kir. Di wê gera hevbeş de, hêzên herdu welatan li gundê Şêrikê dest bi gera xwe kirin û di gundên Ala Qusî, Gir Hesena, Mehete, Tel Xatûn, Mela Ebas, Mehrekan, Tel Cîhanû Girkê Zêra re derbas bûn û li gundê Qere Hesen jî dawî li gerê hat.
Herwiha roja 5ê Mijdara 2019an jî duyemîn gera hevbeş a Rûsî-Tirkî li sînorê Kobanî hat destpêkirin. Ew gera hevbeş jî bi beşdariya 8 wesayitên zirhî yên Tirkiyê û Rûsyayê bi dirêjiya 87 km û bi kûrahiya 10 km di navbera Kobanî û Girê Spî de hat encamdan û bo dema 4 demjimêran dom kiribû.
RÛDAW