top of page

Ji ber êrîşa Tirkiyê Krîstiyanên Rojava hawara xwe ji Başûrê Kurdistanê re tînin

Ji ber êrîşên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar ên Sûrî bo ser Rojavayê Kurdistanê ku roja 9ê Cotmeha îsal dest pê kir, nêzîkî 13,000 kes ji Rojavayê Kurdistanê koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, û di nava wan koçberan de malbatên Krîstiyan jî hene.

Sê ji malbatên Krîstiyanên Rojavayê Kurdistanê ku ji ber êrîşên Tirkiyê û çekdarên Sûrî yên tundrew koçberî Başûrê Kurdistanê bûne, niha li kampa Berdereşê bicih bûne û tevî koçberên din jiyana xwe diborînin.

Li kampa Berdereşê ku ya Kurdên Rojavayê Kurdistan e, bi giştî 11 heza rkes dijîn ku pêkhateyên olî û netewî yên cuda li xwe digire.

Ew malbatên Krîstiyan ku hejmara wan 9 kes in, û ji bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê ve koçber bûne. Ew malbat ji Rûdawê re axivîn û gotin, wan gelekî ji bajarê xwe hez dikir, lê ji bo rizgarkirina canê xwe koçber bûne û eger rewş aram jî nebe, ew neçar in ku berê xwe bidin welatên Ewrûpî.

Candar Petros li bin çadirekê dua û nimêjên xwe dike. Cadar Petros jineke Krîstiyan û kesekî 40 salî ye û xelka bajarê Qamişlo ya Rojavayê Kurdistanê ye. Ti xwîşk û bira û dayik û bavê Candar Petrol, wê jina Krîstiyan nînin û ew bi tenê tevî zaroka xwe ya keç a 14 salî di nava koçberan de dijî.

Candar Petros ji Rûdawê re got: “Ez keseka Krîstiyanmim, ez ji Qamişloyê hatime, bajarê min, welatê min gelek şîrîne. Ez hatim ji ber ku şer û teqîn hebûn, gelek zehmet bû. Ez weke keseke Krîstiyan im, ez bê dayik û bav û ti kesek nîne, ez hatim vir pêşwaziya min kirin, xwedê ji wan razî be, biraderên Duhokê her tişt pêşkêşî me kirin.”

Josef Hena dibêje, ew li kampê li gel keça xwe Nalîna bi tenê dijî. Hevjîn û keç û kurên wî yên din li Almanyayê ne, ew jî dê hewl bide ku xwe bigihîne wan.

Josef Hena diyar dike: “Keça min ji xîvetan ditirse, wê qet ew tişt nedîtine, ti kefîl nînin ku me bibin, em Krîstiyan in, ti kesê me nîne, em ti kesî li vir nas nakin. Em dixwazin me ji wan çadiran derbixin, keça min nikare li vir bijî.”

Li Sûriyê û Rojavayê Kurdistanê heta sala 2011an nêzîkî 2 milyon û 300 hezar Krîstiyan dijiyan, lê piştî alozî û şerê li wî welatî û derketina DAIŞê, nêzîkî %40 ji Krîstiyanên Sûriyê çûne derveyî welat.

Bi sedema êrîşa Tirkiyê ya bo ser Rojavayê Kurditsanê jî bi hezaran kes ji pêkhateyên cuda yên olî û netewî ji Rojava koçberî Başûrê Kurdistanê bûn.

RÛDAW

bottom of page