top of page

ENKS: Em bo yekrêziyê amade ne

Encûmena Niştimaniya Kurdî li Sûriyê (ENKS) bersiva banga Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD), Mazlûm Kobanî, bo yekrêziya kurdî li Rojavayê Kurdistanê da û aşkere kir ku ew amade ne bo yekrêzyê.

Berpirsên Partiya Demokrata Kurdistana Sûriyê (PDKS) aşkere dikin bi erênî li vê bangewaziyê dinerin, lê dibêjin ta ku yekrêziya kurdî encam bide divê bi garentiyeke navdewletî be yan jî bi serperiştiya Serok Mesûd Barzanî be.

Herwiha Sekreterê Prtiya Yekîtiya Demokrata Kurdî li Sûriyê (El-Wahdê) dide zanin ku tevî hemu partiyên siyasî tekeziyê li ser yekrêziyê dikin, lê tu gavên cedî ta niha nehatine avêtin.

Herwiha Mazlûm Kobanî çend caran daxwaz ji hêzên kurdistanî li parçeyên din yê kurdistanê kir ku bibin yek û kongireyeke neteweyî ji bo piştgiriya Rojavayê Kurdistanê lidar bixin û got jî ku parastina Rojava erkeke netewî ye .

Herwiha daxwaz ji serok Barzanî kir ku rolê jibo nêzîkirin û yekrêziya aliyên siyasî li Rojavayê Kurdistanê bibîne.

BasNews

bottom of page