top of page

Bi sedema şerê Tirkiya û PKKyê gundên ser sinûr dihên çolkirin

Bi sedema xirabîya rewşa sinûrî, rûnişvanên dû gundên Biradost gundên xwe çol kirin bi sedema şerê di navbera PKKû Tikriyayê de. Rêveberîya deverê jî amaje bi wê yekê dike ku 20 gundên din jî gefa çolkirinê li ser in.

Slêman Ezîz, hevwelatîyeke devera Biradoste û bi sedema burdûman û topbaranên Tirkiyayê gundê xwe çol kirine, wî bi Kurdistan24 re got: Hemû xelkê gundê me aware bûne, birazîyeke min bi sedema burdûmanê birîndar bû û pîyeke wî hat vebirrîn, herweha pismam û çendkesekên din ji malbata min birîndar bûne.

Got jî: Ji bilî zîyanê canî, zîyaneke mezin jî gehaye rez û baxên me û her bi sedema wê yekê jî pirînîya Mêş hengivên me ji navçûn. Pişkekek ji xelkê gundê Biradost, gundên xwe çol kirine û dûr ji deverên metirsîdar li jêr kon û çadiran dijîn.

Îhsan Çelebî, rêveberê nahye ya Sîdekan dibêje: Ji bilî şehîdbûna çend hevwelatîyên deverê û birîndarbûna hejmareke din, di van deman de dû gundên din li sinûrê Sîdekan hatin çolkirin.

Ragehand jî, heya niha 40% ji gundên wî sinûrî hatîne çolkirin. Bi sedema ew rewşa niha heye çaverê dihêt kirin xelkên din jî li sinûrê nahye ya Sîdekan aware bibin. Bi giştî niha 20 gund li jêr metirsîya çolbûnê ne.

Devera Biradost dikeve sê goşe ya sînûrî di navebera Başrû, rojhelat û bakûra Kurdistanê. Kêm roj hene di wê deverê dengê teqeyan têde nehêt bihîştin. Bi sedema berengarbûna berdewam a Tirkiya û PKKyê û bezandina 30 Km ji kurahîya axa Herêma Kurdistanê ji alîyê Tirkiyayê ve, ji koma 262 gundan 115 gund bi çolî mane.

K24

bottom of page