top of page

Komisyona Ewropa: Bo “herêma ewle” piştevaniya Tirkiyê nakin

Komisyona Ewropa ya ya ser bi Yekîtiya Ewropayê red dike, piştevaniya Tirkiyê bo avakirina “herêma ewle” li Rojavayê Kurdistanê bike.

Komisyona Ewropa di daxûyaniyekê de ragihand, ew piştevaniya darayî bo projeya Tirkiye ya herêma ewle li bakurê rojhilatê Sûriyê nakin.

Herwiha Komisyona Ewropa hişyarî jî ji bo guhertina demografiya wê navçeyê dayê, ku dê derencamên xerab jê derkevin.

Beriya niha Serokomarê Tirkiyê Receb Tayip Erdogan ragihandibû, dema ew herêma ewle ava bikin, pêwîst e Yekîtiya Ewropa alîkariya wan a darayî, li wê deverê bike.

BasNews

bottom of page