top of page

HSD: Tirkiyê dixwaze jêr sîwana Neteweyên Yekbûyî demografiya herêmê biguherîne

Ji roja yekem a êrişa Tirkiyê bo ser Rojavayê Kurdistanê ve, Rêveberiya Xweser hişyraiyê ji guherîna demografî li Rojavayê Kurdistanê û Bakurê Suriyê dide. Hevserokê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer dibêje ku Tirkiye dixwaze di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de demografiya Rojavayê Kurdistanê biguherîne.

Tirkiyê dixwaze di qonaxa yekem de, milyoneke penaberên Suriyê li bajarê Girê sipî û Serê kaniyê bi cih bike û soza dirustkirina komelgehên nîştecihbûnê daye wan, lê ne xelkê wan navçeyan ku niha koçber in, razîne ku xelkê biyanî biçin navçeyên wan, ne jî penaberên Suriyê yên li Tirkiyê dxwazin ji wî welatî derkevin û biçin navçeyên Kurdan.

Li gor amarên Rêvebriya xweser, 300 hezar kes ji Kurd û Siryanên ji Serê Kaniyê derketin û Neteweyên Yekbûyî jî haydarî pilana Tirkiyê ye.

Waşo Kanî ku weke paytexta Mîtaniyan tê naskirin û bajarê xwedan dîrok û destan e, niha ji xelkê Serê Kaniyê yên koçberbûne re bûye sitargeh.

Koçberê bi navê Wehap Sîno dibêje: “Dixwazin Kurdan tine bikin. Va ye diyar e Kurd tine nabin. Em niha hatine vê kampê, lê em nizanin em dê kengê û çawa vegerin. Çi ji malên me hatine em nizanin.”

Guhertina demografî ya Serê Kaniyê û Girê Spî êdî bûye rastiyeke berçav ku nayê veşartin. Serê Kaniyê bajarê Kurdistanê ye û ji bilî xelkê wê yê resen ê Kurd, Ereb, Aşûrî, Suryan û Merdelî jî lê dijîn.

Bi şev û roj Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan behsa derbaskirina penaberên Sûriyê ji bo “Navçeya Aram” dike, lê pirs ew e ku êdî xelkên wê yên resen ka dê bi kudrê ve biçin.

Koçbera bi navê Eyşe Ekmehmûdî jî got: “Me mal û cihên xwe bicih hişt û em koçber bûne. Em dixwazin aramî û asayiş hebe daku em vegerin bo ser mal û cihên xwe. Ji bo me zehmet e em di bin van konan de bijîn.”

Rêveberiya Xweser hişyariya guhertina demografî ya deverê da û da xuyakirin ku ev guhertin weke ya Efrînê bi pejirandin û razîbûna Neteweyên Yekbûyî tê cîbicîkirin.

Hevserokê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser Ebdulkerîm Omer jî got: “Zêdeyî 300 hezar koçber bi taybetî Kurd, Suryan û Êzidî niha dervey Serê Kaniyê ne. Erdogan dixwaze di bin sîwana Neteweyên Yekbûyî de demografyayê biguhere.”

Rêveberiya Xweser, hêzên siyasî û welatiyên navçeyê, hewlên Tirkiyê ji bo cîbicîkirina plana guherîna demografîk red dikin û daxwazê ji Civaka Navdewletî û Neteweyên Yekbûyî dikin ku rê li ber van hewlan bigirin û bi awayekî ewle û misoger welatî vegerin cih û warên xwe.

RÛDAW

bottom of page