top of page

Mêrdîn- Qeyûm bo ser şaredariya Qoserê hat tayînkirin

Îro roja duşemê 04- 11- 2011an Wezareta Navxwe ya Tirkiyê qeyûm bo ser navçeya Qoserê ya Mêrdînê tayîn kir.

Hêzên emnî yên Tirkiyê îro serê sibehê rê nedan Şaredara Qoserê Nîlufer Elîk Yilmaz ku ser bi Partiya Demokratîk a Gelan e (HD) derbasî navenda avahiya şaredariyê bibe. Wezareta Navxwe ta Tirkiyê ragihandiye li şûna Nîlufer Elîk Yilmaz qeymeyamê Qoserê Husên Çam weke qeyyşm hatiye tayînkirin

Ligor daxuyaniya Wezareta Navxwe ya Tirkiyê Nîlufer Elîk Yilmaz ji ber lêpirsînek li ser wê heye û bi tohmeta piştevaniya “terorê” dike ji erka xwe hatiye dûrxistin.

Cihê behsê heta niha şaredarên HDPê yên Mêrdîn, Wan û Amedê jî di nav de bo 15 şaredariyan qeyûm hatiye tayînkirin. Herwiha gelek şaredarên HDPê jî hatine girtin û zindîkirin.

BasNews

bottom of page