Li Til Temirê hêzên ser bi Tirkiyê ve êrîşî tîmeke Amerîkî kirin
Tevî ku bi hewldan û rêkeftinên Amerîka û Rûsyayê bi cuda li gel Tirkiyê, agirbest li Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê hatiye ragihandin, lê belê êrîşên hêzên Tirkiyê bo ser hin deverên Serê Kaniyê û bajarokê Til Temir berdewam in.
Peyamnêrê Rûdawê li Til Temirê, Roj Elî Zale ragihand, tevî ku agirbest hatiye ragihandin, lê belê hêzên ser bi Tirkiyê ve li ser êrîşên xwe berdewam in.
Roj Elî Zale diyar kir, îro Yekşemê piştî nîvro çekdarên ser bi Tirkiyê ve li gundê Qasimiye k user bi Til Temirê ve ye, bi hawanan êrîşî ser endamên tîma rêxistina Free Burma Rangers a amerîkî kirin, ku li eniyên pêşîn ên şer bûn û xizmetguzariyên hawarçûnê û tendirustiyê ji birîndarên şer re pêşkêş dikirin.
Bi gotina peymanêrê Rûdawê, di encama êrîşa çekdaran de, du endamên tîma vê rêxistina amerîkî birîndar bûn, ku paşê ji ber giraniya birînan, yek ji wan kesan canê xwe ji dest da.
Roj Elî Zale da xuyakirin, kesê ku di êrîşa îro de canê xwe ji dest daye, xelkê Burma ye û fotograferê vê tîma amerîkî bûye.
Peyamnêrê Rûdawê destnîşan kir, endamê din ê heman tîma amerîkî, bi giranî birîndar bûye û perçeyên gulleya hawanê ber singê wî ketine û bo dermankirinê, ew rakirine Nexweşxaneya Hesekê.
RÛDAW