HSD berpirsatiya teqînên Girê Sipî û Serê Kaniyê dixe stûyê Tirkiyê
Peyvdarê Fermî yê HSDê Gabriyêl Kîno di daxuyaniyekê de ragihand, ji destpêka artêşa Tirkiyê û çekdarên ser bi wê ve li ser Serê Kaniyê û Girê Sipî, ew herdu bajar rastî êrîşên bi riya otombîlên teqîner tê.
HSDê van êrîşan ku xelkê sivîl armanc digire bi tundî şermezar dike û Tirkiyê di ber van teqînan de berpirsyar dibîne û dibêje, armanca Tirkiyê ew e, xelkê sivîl koçber bike û malbatên çekdarên teroristên Îgorî, Tirkistanî û yên biyanî li şûna wan bicih bike û plana guhartina demografê bicih bike.
Duhî li nav bazara bajarê Girê Sipî teqînek di riya otombîleke bombekirî teqiya û di encama wê teqînê de 13 kes hatibûn kuştin û bi dehan kes jî birîndar bûbûn.
K24
S. B