Keçeke Kurdên Êzidî xelata navdewletî ya Dayika Teresa werdigire
Peyamnêrê Rûdawê li Mumbiayê, Nasir Elî, ragihand ku biryare îro demjimêr 15.30an di birêveçûna mezintirîn merasîmekê de, xelata navdewletî ya Dayika Teresa bê belavkirin û bo îsal jî Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî jî hatiye destnîşankirin bo wergirtina wê xelatê. Rizgarbûyên Kurdên Êzidî ji destê DAIŞê jî li gel berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî û şanda ji Herêma Kurdistanê li Mumbaiyê amade ne.
Di birêveçûna merîsama îro de, ew xelat hem bi rizgarbûyeke ji destê DAIŞê ya Kurdên Êzidî bi navê Îman Ebdûlla û hem jî bi berpirsê Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî tê dayîn.
Xelata Dayika Teresa, ji sala 2005an her sal bi ser 10 kesayet û çalakvanên ku rola wan di karê xwebexşî, xizmetmetên mirovî, pêkvejiyan û pêkanîna aşitiyê de hebûye li cîhanê tê belavkirin.
Sala derbasbûyî roja 21.10.2019an, Leyla Telu, rizgarbûya ji destê DAIŞê û Êdîs Peşar ku ew jî ji komkujiya DAIŞê ya li gundê Koço ser bi Şingalê ve rizgar bûbû, xelata Dayika Teresa wergirtibûn.
Êdîs Peşar Salo, piştî wergirtina xelat, gotarek pêşkêş kiribû û ji beşdarbûyên merasîmê re ragihandibû, li gundê Koço 28 kes ji malbata ji aliyê DAIŞê ve hatin girtin û hejmarek ji wan hatin kuştin û diyar kiribû ku bi hewldanên nivîsngeha Serokwezîriya Kurdistanê 19 kes hatin rizgakirin û hatin vegerandin.
Piştre Leyla Telu di gotara xwe de çîroka karesata jiyana xwe ku DAIŞê bi serî de anîbû, ji beşdaran re veguhastibû û ragihandibû, “19 kes ji me ji aliyê DAIŞê ve hatin desteserkirin û 10 kes bi hewldanên Serokwezîrê Kurdistanê hatin rizgarkirin.”
Nivîsîngeha Rizgarkirina Kurdên Êzidî bi biryara Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî ku wê demê Serokwezîrê Kurdistanê bû, sala 2014an hat avakirin û heta niha 3515 kes ji aliyê wê nivîngehê ve hatine rizgarkirin. Ji wan Kurdên Êzidî yên hatine rizgakirin, 1983 kes ji wan zarok in, 1193 jin in û 339 kes jî zilam in.
Rizgarbûya ji destê DAIŞê Îman Ebdûlla ku dê îro xelata Dayika Teresa werbigire, sala 2001an li gundê Tiqesebê yê ser bi Şingalê ve ji dayîk bûye.
Îman Ebdûlla ji Rûdawê re dibêje ew vî xelatî ne tenê li ser navê xwe li ser navê hemû keç û jinên Kurdên Êzidî werdigire û ragihand ku hêviya wê nebû ku ji destê DAIŞê rizgar bibe û diyar dike, “Lê me dît ku xelkekî Kurdistanê heye ku li me dipirsin û me rizgar dikin.”
RÛDAW