Mesrûr Barzanî: Terorîzm hîn yek ji metirsiyên serekî yên asayîşa cîhanê ye!

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî di hevpeyvînek taybet a li gel kanala ABC News a Amerîkayê de ragehand, em xwedî ezmûnekî dûr û dirêjin di şerê dijî DAIŞê de û Pêşmerge yekem hêz bû ku efsaneya DAIŞê têkbir.

Serokê hikûmeta herêma Kurdistanê derbarê metirsiya reva DAIŞiyên girtî de amaje bi wê yekê kir: ‘’Em nîgeranin. Bi taybet eger nehatibin kontrol kirin û girtîgeh parastî nebin. Di dema borî de jî me dît ku her demekî derfeta reva wan hebe, ew dibin metirsiyek mezin, ne tenê bo asayîşa navçeyê, heman demê de bo asayîşa cîhanê metirsî ne.’’

Duh BasNewsê beşa yekem a hevpeyvînê belav kiribû û ev jî beşa duyem a wê hevpeyvînê ye.

Em xwedî ezmûneke dûr û dirêjin di şerê dijî DAIŞê de. Ez ji sala 2014ê ve li eniyên pêşbûm li gel hêzên Pêşmerge.

Pêşmerge nirx û bedelekî mezin da bo wan navçeyên bin destê DAIŞê de bûn û wan rizgar bike. Di rastiyê de Pêşmerge yekem hêz bû ku efsaneya DAIŞê, wek hêzeke şikest xwarî êdî bê dîtin û ew têkbir. Pêşmerge erkekî mezin li gel endamên din ên hêzên hevpeyman bicîh anî.

- Hûn derbarê wan DAIŞiyên li girtîgehê de ne, nîgeranin?

- Em nîgeranin, bi taybet eger nehatibin kontrol kirin û girtîgeh parastî nebin. Dema borî de jî me dît ku her demekî derfeta reva hebe, metirsiyek mezin ava dikin, ne tenê bo asayîşa navçeyê, ji bo asayîşa hemû cîhanê metirsî ne. ji ber wê jî em hêvîdarin ew DAIŞiyên girtî ne li girtîgehan kontroleke temam li ser wan bê kirin.

- Nêrîna we çiye? Ku hin ji xelkê wisa dibêjin ku ew kar bi dawî bû û naha Ebubekir Bexdadî jî hat kuştin.

- Ez ne wê baweriyê de me ew kar bi dawî bibe. Bexdadî kesê serekî yê wê rêxistinê bû, lê bi ti awayekî kuştina wî nabe dawiya rêxistinê. DAIŞ li navçeyên cuda rêveberên xwe hene û heta astekî serbixwe kar dikin. Raste ew di bin bandora nêrînên rêveberê xwe de bûn, lê ew nayê wê wateyê ku nikarin ti karekê bikin.

- Wê demê rênmayî û peyama we bo Amerîkayê û cîhanê çiye?

- Divê çav vekirî bimînin û di hemahengî û alîkariya de berdewam bin û vê rastiyê jî qebûl bikin, terorîzm hîn yek ji metirsiyên serekî ye li ser asayîşa cîhanê, ji ber wê jî hemahengiya pêşwext navbera saziyên pêwîst de berdewam be.

- Li gor asayîşa me ya naha ango îro zêdetir e?

- Her terorîstek tê kuştin an jî tê girtin, ew tê wateya ku metirsî kêmtir dibin, lê nayê wê wateyê ku cîhan îro bi ewlehî tir e, ji ber em nizanin çi an jî kê dê cîhê wî (Bexdadî) de cîh bigre.

BasNews