Kobanî- Şêniyên gundên sînor di nava metirsiyê da ne
Li gundê Girbenavê yê rojhilata Kobanî, gundî li bakur û rojhilata xwe bi guman dinêrin anku li sînorê Tirkîyê û deverên Girêsipî ku ketine destê çekdarên tundrê.
Derbarê rewşa gundiyên li ser sînor hemwelatiya bi navê Narîn Ebdilrezaq ji VOAyê ra got:“Roja me bi tirs derbaz dibe, em nikanin ti karî bikin, çi deng were zarokên me ditirsin, dengê top û baleforan tê.”
Ji ber gefa li ser herêmê gundî li malên xwe ranazin, ew ditirsin çekdarên tundrê û şaneyên razayî ji alîyê sînorê Tirkîyê ve derbaz bibin, loma bi şevê re mêr û ciwan derdikevin nobetdarîyê da ku gund biparêzin.
Rewşa metirsîdar li gundên sînor bandora xwe li jîyana gel hiştîye, kar û çandin bi hêsanî nayên kirin.
Herwiha gundîyê bi navê Nedîm Osman jî ji VOAyê ra gotiye:“Vê sibê çend gule bi ser gund re berdan herwiha dîmen dikşandin, ez niha zevîyê xwe diçînime lê em nizain çi li pêşiya me ye”.
Tevî ragihandina Soçî ku hêzên Rûsyayê û hêzên parastina sînor li Kobanî têne belav kirin, ku bi armanca rêgirtinê li hember Tirkîyê ev gav pêk hatiye, lê tirsa şênîyê gundên sînor heye Tirkîyê pê pabend nebe.
BasNews