Alîkarê Bagdadî Abdûllah: Erdogan israr kir ku em êrişê Kobanê bikin

Rêvebirê paye bilind ê DAIŞ'ê Taha Abdûrrahîm Abdûllah, diyar kir ku di kêliyên dawîn de amadekariyên wan ên ji bo êrişa ser Şamê, ji aliyê bagdadî ve vegeriyaye ser Kobanê û wiha got: "Bagdadî xwest em êrişê Kobanê bikin. Me vê yekê îttîraz kir, lê qebûl nekir. Paşê em hînbûn ku Erdogan israr kiriye."

Rêveberê herî nêz ê Xelîfeyê DAIŞ'ê Ebûbekir El Bagdadî û avakarê DAIŞ'ê Taha Abdûrrahîm Abdûllah ku di destê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) de ye, li xwe mikûr hat. Abdûllah ku di 23'ê Adarê li bajaroka Baxozê ya Dêra Zorê ket destê QSD'ê ji têkiliyên di navbera DAIŞ û Tirkiyeyê bigire heta êrişa ser Kobanê gelek hûrgiliyan vegot. Abdûllah ku hê jî lêpirsîna wî didome, anagaşt kir ku li gel îttîrazên gelek rêveberên DAIŞ'ê, fermana êrişa ser Kobanê li ser "israra Erdogan" ji aliyê Bagdadî ve hatiye dayîn.

'ME LI KOBANÊ WINDAHIYÊN MEZIN DA'

li gorî nûçeya ku Ajansa Nûçeyan a Firatê (ANF) derbas kiriye; Abdûllah têkildarî êrişa DAIŞ'ê ya ser Kobanê ku di 13'ê Îlona 2014'an de pêk hatibû, agahiyên girîng dide. Abdûllah diyar dike ku fermana êrişê ji aliyê Bagdadî ve hatiye dayîn ev agahî didin: "Me amadekariya şer dikir. Lê hedefa ne Kobanê, pêşveçûna ber bi Şamê bû. Bagdadî xwest ku em êrişê Kobanê bikin. Me îttîraza vê yekê kir. Lê qebûl nekir. Me windahiyên mezin li Kobanê da. Me paşê hîn kir ku veguhastina berê me ya ji ser Şamê ya ber bi Kobanê ku ji aliyê Bagdadî ve pêk hat, li ser israra tirkan bûye. Tirkan xwestibû em êrişê Kobanê bikin. Erdogan israr kiribû. Jixwe paşê ji bo bêdengkirinê, fermandarê vî şerî Ebû Yasîr Irakî şandin Iraqê. Ebû Yasîr Irakî vê yekê ferq kiribû."

'CIHÊ HERÎ GUNCAV JI BO BAGDADÎ HERÊMÊN TIRKAN BÛ'

Abdûllah di lêpirsîna xwe de pêşbîniyên xwe yên ji bo cihên veşartina Bagdadî jî wiha rêz dike: "Ji ber hebûna qebîleya Dûalîm, dibe ku ji bo careke din damezrandina rêxistinê biçe çola Iraqê. Qebîleya Dûalîm qebîleyeke ku bi camirî û sedeqata xwe ya ji bo rêxistinê tê nasîn. Lê ji ber ku di demên dawîn de hemû herêmên çolê ketine piştgirî didin hikûmeta Iraqê û liv û tevgera Heşdî Şabî, dibe ku ev yek ji bo Bagdadî gefê çêbike. Ji ber vê sedemê texmîn nakim ku çola Iraqê tercîh bike. Li Îdlibê gelek komên çekdar hene. Li wir nasîna wî zortir e. Dibe ku li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de bimîne. Ji bo Bagdadî cihê herî baş ew der e. Lê herêmên di bin kontrola Colanî de ji bo wî rîsk e."

‘ABDÛLLAH QARDAŞ NÊZÎ TIRKIYEYÊ YE’

Abdûllah têkildarî Xelefê Bagdadî, Abdullah Qardaş (Haci Abdullah) jî ev agahî parvekirin: "Ez difikirim ku Bagdadî li Îdlibê li herêmên di bin kontrola Tirkiyeyê de ye. Diyarkirina Hecî Abdûllah a ji bo lîderiya DAIŞ'ê ji ber girêdana wî ya Tirkiyeyê ye. Jixwe birayekî Hecî Abdûllah li Tirkiyeyê dijî û di nav Enîya Tirkmenên Iraqê de cih digire. Bagdadî Hecî Abdûllah weke lîderê nû diyar kir û karên xwe ji nû ve sererast kir. Hecî Abdûllah navê "Ebû Omer Turkmenî" bi kar tîne. Derbdankirina navê 'Turkmen' ji bo qanihkirina Tirkiyeyê û kûrkirina têkiliyan e."

'KUŞTINA BAGDADÎ NE BI BANDOR BE'

Abdûllah dema ku agahiya mirina Bagdadî digire jî ev tişt dibêje: "Bagdadî jixwe Hecî Abdûllah wek lîder tayîn kiribû. Kuştina Bagdadî tu bandor li ser ji nû ve birêxistinkirina DAIŞ'ê ya di bin lîderiya Hecî Abdûllah de neke. Bagdadî jixwe karên xwe ji nû ve sererast kiribû û kesên ku ji bi hêztir bi rê ve bibin hene. Ew ê nesekinin."

MA