top of page

Îstîxbareta Amerîkayê: Çekdarên ser bi Tirkiyê ve li Rojava xelkê sivîl dikujin

Hejmareke berpirsên îstîxbareta Amerîkayê ragihandin ku grûpên çekdar ên ser bi Tirkiyê ve xelkê sivîl ê Kurd li Rojavayê Kurdistanê dikujin û ji navçeyên wan derdikin.

Rojnameya Times a Brîtanî raportek derbarê dawîn rûdan û pêşhatên li Rojavayê Kurdistanê belav kir û li ser zarê 4 berpirsên îstîxbareta amerîkî nivîsand ku zêdebarî kuştina xelkê medenî, bi zorê Kurd ji navçeyên ji navçeyên xwe tên derkirin.

Berpirsên îstîxbareta amerîkî raghandine, tirsa wê heye ku grûpên çekdar wan tawanên şer bi wan çekan encam bidin ku Amerîkayê firotine Tirkiyê. Herwiha nîgeraniyên wan ji wê yekê jî hene ku di rojên pêş de rûdanên xeraptir li ser destê wan çekdaran li Rojavayê Kurdistanê pêk bên, ji ber ku artêşa Tirkiyê û grpên çekdar ên ku derbasî Rojava bûne, hejmareke zêde ya çekên giran jî bi xwe re birine ku li gor wan berpirsên amerîkî pêwîstî bi birina ewqas çekên zêde nedikir.

Hevdem wan berpirsên amerîkî tirsa wan ji şikestina agirbestê jî heye û herwiha nîgeraniyên xwe ji ber reftar û kiryarên artêşa Tirkiyê û grûpên çekdar li navçeyê krîzeke mirovî rû bide û herwiha hewldanên wan ên ji bo derxistina Kurdan ji navçeyên bibe sedema encamdana çendîn tawanên şer bi şêweyekî berfireh.

Êvariya duh (29.10.2019) agirbesta 150 demjimêrî ya di çarçova rêkeftina di navbera Rûsya û Tirkiyê li Rojavayê Kurdistanê bi dawî hat ku hatibû gotin ku divê di heyama wan 150 demjimêran de YPG 30 kîlometran ji sînorê Tirkiyê vekişe. Wezîrê Berevaniyê yê Rûsyayê jî amaje bi wê kir ku pêş bidawîhatina wê heyama diyarkirî, YPGê hêzên xwe vekişandine.

RÛDAW

bottom of page