top of page

Pênc sal dibure bi ser şandina hêza Pêşmerge bo Kobanê

Sala 2014yê piştî hêrşa çekdarên Daişê bo ser bajarê Kobanê, bi biryara Perlemana Kurdistanê û li ser fermanan serok Mesûd Barzanî hêza Pêşmerge hat şandin bo Kobanê û xelkê bajarên bakûra Kurdistanê wê demê bi germî pêşwazî li hêza Pêşmerge kirin.

Sîyasetvan dibêjin, gelê Kurdistanê tim piştîvanîyê li biryarên neteweyî dikin û bi pêwîst dizanin ku biryara şandina hêza Pêşmerge bo Kobanê bi zêr di dîrokê de bihêt nivîsandin.

Çûna Pêşmerge bo Kobanê neku tenê bû sedema paraztina wî bajêrî, lê yekdengî û yekrêzîya alîyên Kurdistanî li her çar parçeyên Kurdistanê bihêztir kir bo berengarbûna Daişê û paraztina Kurdistanê.

Li 15 Çirîya Yekem, sala 2014yê li ser daxwaza serok Mesûd Barazanî, perlemana Kurdistanê, biryara şandina hêza Pêşmerge bo Kobanê pesind kir û li 31/10/2014 hêza Pêşmerge gehişte Kobanê.

Bi piştîvanîya Hêza Pêşmerge û firoke cengîyên Hevpeymanan, li 26/1/2015 şervanan li rojavya Kurdistanê tevaya Kobanê kontirol kir.

K24

bottom of page