Mazlûm Kobanî: Me cilûbergên binî yên Bexdadî dan Amerîkayê

Fermandarê Hêzên Sûriyeya Demorkatîk (HSD), General Mazlûm Kobanî ragihand, kesekî wan di nava DAIŞê de hebûye ku zanyariyên hûr derbarê Ebûbekir Bexdadî û cihê wî de daye wan û HSDê jî ew zanyarî dane Amerîkiyan. Mazûl Kobanî herwiha dibêje, cilûbergên binî yên Bexdadî li cem me bûn û me ew cil dane Amerîkayê.

General Mazlûm Kobanî di hevpeyvînekê de lig el kanala NBC News a Amerîkayê ragihand, HSDê di nava refên DAIŞê û li nêzîkî Ebûbekir Bexdadî sîxûr hebûye û wî gelek zanyarî bi hûrgiliyan derbarê serkirdeyê DAIŞê û cihê wî de dane HSDê.

General Kobanî dibêje, wî sîxûrê wan kariye cilûbergên binî yên Ebûbekir Bexdadî ji HSDê re bişîne û diyar kir, ku HSDê jî ew cilûberg dane Amerîkiyan û têsta DNAyê li ser wan cilan hatiye encamdan, paşê ji wan re îsbat bûye ku ew kes Ebûbekir Bexdadî bixwe ye.

Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk herwiha destnîşan kiriye, di dema êrîşa Amerîkayê bo ser mala Bexdadî de, sîxûrê HSDê jî li heman cihî bûye, lê piştî operasyonê ew li gel hêzên Amerîkî ew cih terikandiye.

Mazlûm Kobanî daye zanîn, piştî operasyonê sîxûrê HSDê ji aliyê hêzên taybet ên Amerîkayê ve hatiye rizgarkirin û bo HSDê hatiye vegerandin.

General Kobanî di hevpeyvîneke din de li gel kanala Fox News a Amerîkî jî ragihandiye, zanyariyên derbarê Xelîfeyê DAIŞê û tunelan de ji aliyê sîxorê HSDê yê li nav DAIŞê ve gihîştine destê wan û Amerîkiyan.

Bi gotina General Kobanî, bêyî alîkariya hêzên Kurdî, kuştina Ebûbekir Bexdadî karekî asan nebû.

Roja Yekşemê, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi fermî kuştina serkirdeyê DAIŞê Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke taybet a hêzên Amerîkayê de li sînorê Idliba Sûriyê piştrast kiribû.

Donald Trump herwiha dabû xuyakirin, ku hêzên Kurdî û HSDê zanyariyên îstixbaratî dane Amerîkayê û ji ber wê yekê spasiya wan kir.

RÛDAW