top of page

Dema agirbestê bi dawî bû, ji Rûsyayê daxuyanî

Agirbesta 150 saetî ya li Rojavayê Kurdistanê ku li gor rêkeftina Soçî hatiye ragihandin, îro êvarî saet 18:00 bi dawî bû û derbarê agirbestê de Rûsya ragihand ku Yekîneyên Parastina Gel (YPG) di dema xwe ya diyarkirî de ji sînor vekişyaye.

Îro Duşemê (29.10.2019) Saat 18.00 bi dema Hewlêrê agirbesta şer bidawî hat û Rûsya ragihand, ku YPGê di dema xwe ya diyarkirî de ji ser sînor vekişyaye.

Wezîrê Berevaniya Rûsyayê Sergey Şoygu di dema serdanên xwe yên li Rewana paytexta Ermenistanê de derbarê rewşa bakurê rojhilatê Sûriyeyê daxuyanî dan.

Sergey Şoygu ragihand, YPGê zû û berî dema diyarkirî bi dawî were ji ser sînor vekişya ku moleta dawiyê berî saatekê bû.

Şoygu got, "Vekişîna HSDê ji herêma ewle ya li bakurê rojhilatê Sûriyeyê berî teqwîmê qediya. Polîsên Rûs û pasevanên Sûriyeyê ketin wê derê."

Roja 22ê Cotmeha 2019ê Tirkiye û Rûsya li bajarê Soçiyê derbarê Sûriyê de rêkeftinek îmze kirin.

Rêkeftin ji 10 xalan pêk tê, yek ji xalan vekişîna hêzên YPGê ji sînorê Tirkiyê bi kûrahiya 32 kîlometran e.

Herwiha li gor rêkeftinê hêzên Polîsê Leşkerî yê Rûsya û Pasevanên Sînorî yê Sûriyê li ser sînor tên bicihkirin û li navçeyê di kûrahiya 10 kîlometran de jî dewriyeyên hevbeş ên Tirkî û Rûsî dê bigerin.

RÛDAW

bottom of page