Nêçîrvan Barzanî derbarê kuştina Ebubekir Bexdadî de peyamek belav kir
Peyama serokê herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî waha ye:
Herêma Kurdistanê wekî beşeke girîng û serekiya Hevpeymaniya Navdewletiya Dijî DAIŞ, ji navbirina Ebubekir Bexdadî, serê rêxistina terorîstiya DAIŞ bi pêngaveka mezina şerê dijî terorê dizane û pêzanîna xwe radigihîne bo hewla Amerîka û hemû ewên bi her awayekê beşdar bûn li serkeftina vê operasyonê.
Kuştina Bexdadî, piştî ji navbirina bi nav xelafeta DAIŞ ê, pêngaveke girînge, lê ew yek bi tu awayekê wateya bi dawî hatina teror, hizir û îdeolojiya DAIŞ nagehînê, metirsiya dûbare bihêzbûna tevgerên terorîstan hêj jî gelek heye û DAIŞ û girûp û hevşêweyên wê li navçeyê hêj di bizavê de ne û gefê li asayîşa hemû cîhanê dikin. Ji bo wê yekê pêwîste civaka navdewletî di hevkarî û hemahengiya dijî terorê de berdewam be, neku her tenê ji alîyê serbazî ve, lê hewl û hevkarî bihên bihêzkirin bo pêşvebirina perwerde û kultûra bi hevre jiyan, hevdû qebûlkirin, lêborîn û nehêştina wê zemîneya ku teror û xelkên wekû Bexdadî berhem dihîne.
Herêma Kurdistanê gelek qurbanî daye bo ji navbirina terorê ku li navçeya me û li Iraqê, Êzdî, Xirîstîyan, Mûsilman û hemû pêkhatên olî û neteweyî rûbirûyê tawanên tirsokên DAIŞê bûne. Niha jî bi hemû awayekê berdewam dibe li hevkarîkirina civaka navdewletî li şerê dijî terorê û berenagarî îdeolojî û hizra tarî ya DAIŞê dibe bo rêgirtinê ji dûbare serhildan û bihêzbûna DAIŞ û terorê di navçeyê de û parastina asayîş û azadiyê li cîhanê.
Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê 27/10/2019
BasNews