Cîhanê li ser kuştina xelîfeyê DAIŞê çi got?

Îro Yekşemê 17ê Cotmeha 2019an, Serokê Amerîkayê Donald Trump bi awayekê fermî kuştina xelîfeyê DAIŞê, Ebûbekir Bexdadî di operasyoneke hêzên taybet ên Amerîkayê de piştrast kir.

Kuştina Bexdadî, li seranserê cîhanê bertek li pey xwe anîn.

Serokê Fransayê, Emmaneul Macron ragihand, kuştina Ebûbekir Bexdadî derbeyeke li ser DAIŞê lê belê tenê pêngavek e.

Serokwezîrê Îsraîlê, Benjamin Netnayahu jî pîrozbahî li Donald Trump kir û diyar kir, ku Trump bi kuştina Bexdadî serkeftineke mezin tomar kir.

Herwiha Îran û Tirkiye û Rûsyayî jî têkildarî kuştina xelîfeyê DAIŞê daxuyanî dan.

Serok Barzanî jî di peyamê de aşkere kir, “bêguman her kesek ku tawanbar û qatilê xelkê bêguneh be, zû yan dereng dê her bigihe cezayê xwe.”

Barzanî herwiha got: “Rast e kuştina Ebûbekir Bexdadî bandorê li lawazbûna terorîstan dike, lê belê giring ev e ku hemû alî bi taybet civaka navdewletî agahdar bin ku kuştina Bexdadî nayê wateya bidawîbûna DAIŞê û pêwîst e hemû alî hişyar bin û hevaheng û berdewam bin di şerê li dijî terorê û nehêlana terorê de.”

Serokê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî derbarê kuştina Bexdadî de daxuyanî dan.

RÛDAW