Mezlûm Kobanî: Me operasyoneke serkeftî ligel Amerîkayê kir
Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di twîtekê de belav kiriye ku wan ligel Amerîkayê operasyoneke serkeftî ya dîrokî kirine, lê derbarê naveroka operasyonê de ti zanyarî nedane.
Twîta Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mezlûm Kobanî di demekê de ye ku tê îdîakirin Bexdadî di operasyoneke taybet a Amerîkayê de li Idlibê hatiye kuştin.
Mezlûm Kobanî di twîta xwe de dibêje: “Me ligel Amerîkayê operasyoneke serkeftî ya dîrokî pêk anî.”
RÛDAW