top of page

Ji bo Hemîdê Hecî Derwêş li ewropayê tazîye hat danîn

Rêxistina Swêd ya PDPKS tazîye ji bo Sekreterê PDPKSê têkoşerê mezin û bi rûmet mamoste Hemîdê Hecî Derwêş li Stockholmê dar xist. Di tazîyê de gelek partî û rêxistinên Kurd û Kurdistanî yên her çar beşan beşdar bûn. Gelek axaftin li ser xebata Hemîdê Hecî Derwêş hat kirin.

Peyamên ji alîyê gelek rêxistin, komele, kesayet hatibûn, hatin xwendin.

Li ser navê PDPKS, berpirsyarê Rêxistina Ewrûpa Azad Cegerxwin, li ser navê HEVKARÎ, serokê wê Alî Jouma axaftin kirin. PAK bi heyetek beşdarî tazîyê bû, Roza Kurdî peyama PAKê xwend û li ser xebata Sekreterê Giştî yê PDPKSê Hemîdê Hecî Derwêş rawestîya, xemgînîya PDPKSê û gelê kurd parve kir.

Kaynak: Ji bo Hemîdê Hecî Derwêş li ewropayê tazîye hat danîn

Rûpela nû

bottom of page