HSD hin têbîniyên xwe li ser lihevkirina Rûsî – Tirkî aşkere dike
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê Mistefa Balî ji K24ê li ser hatina hêzên Amerîkî bo Qamişlo û piştre jî çûna wan bo Dêrazorê ragihand, hêzên Amerîkî di çarçova Hevpeymaniya Navdewlet ya li dijî DAIŞê de li Sûriyê ne. Ti biryareke xwevekişînê ji bajarê Heseke û Dêrazorê tune bû. Herwiha di çarçova hevrêziya di navbera HSD û Wezareta Berevaniyê ya Amerîka de, pêwîstî bi mayîna hêzeke Amerîkî li navçeyê heye, ji ber ku şerê li dijî DAIŞê bidawî nebûye.
Da zanîn jî: Li vî welatê ku şerê navxweyî lê heye, gelek metirsiyên jenosaydkirina pêkhateyên li herêmê dijîn hene, ne tenê Kurd, belkû Êzidî, Siryan, Aşûrî û Kiristiyanan, loma ji erk û berpirsyariya hêzên navdewletî ye, ev pêkhate bêne parastin.
Amaje bi wê jî da, ji bo çareseriya siyasî ya giştî li Sûriyê jî, pêwîstî bi hebûna Amerîkî heye. Heger çareseriya Sûriyê tenê di destê welatekî tenê de be, dê çareseriyeke lawaz be.
Li ser têgihîştina Socî ya di navbera Rûsya û Tirkiyê de, Balî got: Hin têbînên me li ser wê têgihîştinê hene û Fermandarê Giştî yê HSDê Mezlûm Ebdî ew têbîn gihandin aliyê Rûsî.
Berpirsê Navenda Ragihandinê ya HSDê hin xalên têgihîştina Soçî yên têbînên wan li ser hene aşkere kir, xala gerên hêzên Tirkî li Rojavayê Kurdistanê û xala vekişîna hêzên YPG/HSDê 30 K.M ji sînor in.
Herwiha ragihand, ew têgihîştin di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatiye îmzekirin û ti nerîna HSDê tê de nîn e, ew tenê di çarçoveya lêgerîna li çareseriyê ew amade ne xalên wê bicih bikin, lê ew ti rênima û fermanan ji kesî wernagirin. Herwiha mafê wan ê berxwedanê jî heye.
Derbarê derbasbûna hêzên artêşa Sûriyê bo herêmên Kurdî, Balî got, parastina sînor ji erkê dewleta Sûrî ye, li ser wê bingehê jî lihevahatin di navbera HSD û artêşa Sûriyê de hate kirin. Artêşa Sûriyê dê tenê li ser sînor be û derbasî nava bajaran nabe û rewş li erdê nayê guhartin.
K24
S. B