‘Çare, tenê yekîtiya neteweyî ye'
Nerazîbûn û bertekên li dijî êrîşên li ser Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê didomin. Cîgira Serokatiya Giştî ya Partiya Mirov û Azadiyê Menîce Gulmez jî nerazîbûnên xwe yên di vî warî de anîn ziman û got, pirsgirêka sereke ya kurdan "yekîtiya neteweyî" ye û got, ji bo gelê kurd hîn xurtir bibe, çare yekîtiya neteweyî ye.
‘NE ÇAR, KURDISTANEKE YEK PERÇE'
Gulmez, bilêv kir ku divê partî û rêxistinên din berjewendiyên deynin hêlekê û got: "Ji bo yekîtiya netweyî ji destê kê çi tê divê bike. Pirsgirêka sereke ya Kurdistanê perçebûna wê ye. Heta em perçekirî bin wê her kes bi ser me de bê. Lê gava em yek bin, wê êdî ne Kurdistaneke çar perçe, Kurdistaneke yek perçe hebe û wê her kes hêz û yekîtiya gelê kurd bibîne."
Gulmez, destnîşan kir ku di êrîşên li ser Rojavayê de careke din derket holê ku yekîtî çi qas girîng e û got: "Eger em nebin yek, em ê hîn pir êşan bikişînin. Ji ber li çar perçeyên Kurdistanê, li ewropayê kurdan bertek nîşan da Tirkiye bi paş ve gav avêt. Em gelê kurd, divê em bi yek bin. Eger em nebin yek em ê hîn bêtir perçe bibin."
MA