Çavkaniyên Amerîkî: Ebûbekir Bexdadî hat kuştin
Çavkaniyên medyayê dibêjin, hefteya derbasbûyî Trump îmze li ser pêkanîna operasyoneke gelekî taybet kiriye, yekeyeke taybet a Amerîkayê di operasyoneke taybet de, bi ser wî cihî de girtine ku Bexdadî û jin û zarokên wî têde bûn. Navê cih Barîşa ye li parêzgeha Idlibê, li ser sînorê navbera Sûriye û Tirkiyê 5 kîlometre dûrî bajarê Hatayê yê Tirkiyê.
Li gor çavkaniyan, operasyon bi helîkopterê hatiye kirin û dema hêza taybet a Amerîkayê digihin mala Bexdadî, hinekî şer derdikeve û piştre bi gotina wan çavkaniyan, Bexdadî û herdu jinên wî tên kuştin. Hinek çavkanî jî qala wê yekê dikin ku qaşo berî Bexdadî were girtin, xwe diteqîne.
Çavkaniyeke din: Bexdadî xwe teqandiye
Dema nûçeya kuştina Bexdadî belav bû, Îranê yekser ragihand ku zêdeyî hefteyekê ye ew bi rêya hikûmeta Sûriyê derbarê cihê mana Bexdadî de hatine agahdarkirin û mijûlê komkirina zanyariyên zêdetir ên derbarê wê mijarê de bûn.
Hewla kuştina Bexdadî di demekê de ye, Trump la nav welatê xwe rûbirûyê du guşarên mezin bûye, biryara vekişandina hêzên Amerîkayê ji Rojavayê Kurdistanê ku rexneyên dijwar ên Kongresê bi pey xwe anîn û herwiha guşara Kongresê ya lêpirsîna derbarê Trump de li ser peywendiya ligel Serokê Ukraynayê.
RÛDAW