Amnesty International: Tirkiye bi zorê penaberên Sûrî dişîne “herêma aram”!

Rêxistina Lêborîna Navdewletî (Amnesty International) dibêje, Tirkiye bi darê zorê penaberên ereb yên Sûrî dişîne “herêma aram”!

Rêxistina Amnesty International ragihandiye, beşek ji penaberên ereb yên Sûrî ji wê rêxistinê re gotine ku Tirkiye bi darê zorê û bi tirsandina wan, berê wan dide “herêma aram”, ya ku bi zora top û tankan li bajarên Serê Kaniyê û Girê Spî yên Rojavayê Kurdistanê çêkiriye.

Wê rêxistina navdewletî daye zanîn, Tirkiye bi vê yekê jiyana wan penaberan dixe metirsiyê.

Berpirsên Tirkiyê dibêjin, sê milyon û 600 penaberên Sûrî li wî welatî hene ku ji ber şer reviyane wir. Tirkiye dixwaze du milyon ji wan penaberan li Girê Spî û Serê Kaniyê bicîh bike û demografiya wan deveran biguherîne.

Xelkê wan deverên Rojava jî ji ber êrişên Tirkiyê koçber û derbider bûne.

BasNews