Kremlin: Ger HSD venekişe dikare bi Tirkiye re rûbirû bimîn e
Peyvdarê Koçka Serokatiya Rûsyayê Krêmlin, Dîmîtrî Peskov ji rojnamevanan re ragihand, niha proseya belavkirina hêzên û alavên leşkerî yên Rûsya û hêzên zêrevanên sînor yên Sûriyê, li cihên destinîşankirî tên belav kirin, û ew yek karek baş e.
Navborî herweha got, niha karek mezin tê kirin, ji bo dûrxistina Hêzên Kurdî ji bo nav Sûriyê. Lê dûr nabîn e, ku li qonax a yekem hinek alozî çêbibin. Tekez kir, eger HSD ji ser sînorê Tirkiyê venekişe, Rûsya û Sûriyê nakevin navbeyna wan û Tirkiyê, û dê li himber Tirkiyê rûbirû bimîn in.
Yek ji xalên rêkeftina Serokomarê Tirkiyê Receb Tayyib Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladîmîr Putin, vekşandina Hêzên Sûriya Demukrat ji ser sînorê Tirkiyê û encamdan a gerên çavdêriyê ji aliyê polîsên leşkerî yên Rûsya û zêrevanên sînorî yên Sûriyê ye
K24
C.B