BEXDA - Di xwepêşandanan de alozî derket: 21 kuştî û 1779 birîndar
Li Bexdaya paytexta Iraqê piştî 3 hefteyan ji duh êvarî ve xwepêşandanên berfireh birêve diçin. Di wan xwepêşandanan de di navbera hêzên emnî û xelkê ku daketiye kolanan de alozî û tundutujî rû dan.
Komsîyona Mafên Mirovan a Iraqê ragihand ku di xwepêşandanên li Bexdayê de heta niha 21 kesan canê xwe ji dest dane û 779 kes jî birîndar bûne.
Xwepêşandar bi daxwaza ‘nehiştina gendeliyê’ li dijî hikûmeta Iraqê dirûjman bilind dikin û hewl didin bikevin Encûmena Nûneran a Iraqê.
Li Iraqê ji ber bêkarî û xizmetguzariyan û herwiha bi mebesta nehiştina gendeliyê di dam û dezgehên hikûmetê de li gelek deverên Iraqê xwepêşandan tên encam dan
RÛDAW