Rengên kesk, sor û zer ên daristana Dêrsimê

October 25, 2019

Li daristana Salordekê ya di navbera Pulumur û Nazimiyeya navçeyên Dêrsimê da dîmenên payîzê derketin holê ku merivan şaş û metel dihêlin.

Darên mazîyan, guz û qelemê, mêweyên çolê yên li daristanê her demsalê dîmenên balkêş derdixin holê.

Bi taybetî payîzê rengên kesk, zer û sor bi hev ra dîmenên xweşik derdixin holê û daristan hetanî sînorê Dêrsimê û Bîngolê dewam dike.

Belgên darên rengrengî yên ku qasî mehekê dewam dikin dîmenên bêhempa derdixin holê.

 

Bînalî Doganê (71) ji xelkê gundî ji nûçegihanê AAyê re û diyar kir ku ji sala 2002yan vir da ji bajêr vegeriyaye gund û li vê derê jiyana xwe didomîne.

"Li vê derê biharê kulîlk vedikin û payîzê jî belg zer dibin pê ra dîmenên xweşik derdikevin holê. Ev xweşikahiyên tebîeta me ne, dewlemendî ye. Em dixwazin herêm wekî sît were îlankirin û parastin."

"Em dixebitin ku Salordek bibe herêma turîzmê. Ji bo vê em gundî çi ji destê me tê dikin. Em dixwazin gundê me ji turîzmê ra were vekirin. Ji bo hatina vê derê hêsan bibe dibê pirsgirêka rê were çareserkirin."

Yusuf Topçuyê gundî jî destnîşan kir ku payîzê li daristana li herêma Salordekê payîzê dîmenên bêhempa derdikevin holê.

Topçu got ji bo danasîna herêmê dixebitin û wiha pê da çû: "Gundê me ji hêla xweşikahiyên tebîetê va ji gelek ciyên Dêrsimê rindtir e û em dizanin ku hê haya gelek kesan ji vê derê tune û keşf nekirine."

 "Salordek dilê tebîetê ye"

Topçu diyar kir ku herêma Salordekê wekî "dilê tebîetê" binav dikin û wiha got: "Dema ji pireya sor derbas dibin gelî ji aliyekî hetanî Nazimiyeyê ji aliyekî jî hetanî sînorê Bîngolê dewam dike. Ya rastî ev dera dilê tebîetê ye. Taybetiyên her ciyî cuda ne lêbelê ev dera zehf cuda ye. Ji hêla cureyên nebatan, florayê û faunayê va ev dera dewlemend e. Dibê her kes vê xweşikahiyê bibîne. Ji bo vê jî dibê ev dera ji turîzmê ra were vekirin."

Huseyîn Arslan jî destnîşan kir ku daristana li gund di her demsalê da dîmenên xweşik derdixe holê û wiha axivî: "Zivistan, bihar, havîn û payîza vê derê zehf xweş in. Daristana biharê kesk û hêşin dibe payîzê jî zer û sor dibe û dîmenên rengîn derdikevin holê."

(MB)

*Çavkanî: Haydar Şahin   |AA

bianet

 

Please reload