Serok Barzanî sersaxî ji malbat û hevalên Hemîd Hecî Derwêş re xwest
Bi boneya koça dawî ya Hemîd Hecî Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê, Serok Mesûd Barzanî di peyamekê de sersaxî ji malbat û hevxebat û hevalên rehmetî re xwest.
Ev jî tekesta wê peyamê ye:
“Bi navê xwedayê mezin û dilovan
Bo malbata birêz Ebdulhemîd Hecî Derwêş
Mixabin me nûçeya koça dawî ya Ebdulhemîd Hecî Derwêş Sekreterê Partiya Demokrata Pêşverû ya Kurd li Sûriyê bihîst.
Bi vê boneya xemgîn, ez pirse û sersaxiyê pêşkêşî malbat û tevahiya hevxebat û hevalên rehmetî re dixwazim û ez xwe dibînim wek şirîkê xema we.
Ji xwedayê mezin lavakarim ku canê kekê Ebdulhemîd bixe ber dilovaniya xwe û sebrê bide hemû aliyan.
Mesûd Barzanî
24.10.2019
KDP.İnfo