top of page

Yekemîn daxuyaniya Rêveberiya Xweser li ser rêkeftina Rûsya û Tirkiyê

Berdevkê Fermî yê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif derbarê rêkevtina Rûsya û Tirkiyê de ragihand ku ew weke Rêveberiya Xweser niha xalên wê rêkevtinê nîqaş dikin û di demeke nêz de ew ê helwesta xwe ragihînin.

Berdevkê Fermî yê Têkiliyên Derve yê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Kemal Akif ji medyaya nêzîkî Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) diyar kir ku ew niha xalên rêkevtina Rûsya û Tirkiyê ya derbarê Rojavayê Kurdistanê û bakurê Sûriyê de dinerxînin.

Kemal Akif eşkere kir ku wan rêkevtina di navbera Rûsya û Tirkiyê de şopandine û ew niha li ser xalên wê rêkevtinê di navbera xwe de nîqaşan dikin.

Akif dibêje: “Derbarê encam û xalên ku ji civîna serokê Rûsya û Tirkiyê li Soçi îro şev derketî û bidawîbûna dema agirbestê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê, em wekî rêveberî niha van xalan dinirxînin. Di dema pêş de em dê helwesta xwe ragihînin.”

Îro li bajarê Soçî yê Rûsyayê Serokmarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan û Serokê Rûsyayê Vladimir Putin piştî civîna ku 6 saet û 20 xulekan berdewam kir, derbarê rewşa Sûriyê û êrîşa Tirkiyê ya li ser Rojavayê Kurdistanê gihîştin rêkevtineke 10 xalî.

Xalan rêkevtina Tirkiyê û Rûsyayê ev in:

1- Herdu alî pabendbûna xwe bi parastina yekîtiya siyasî û xaka Sûriyê û parastina ewlekariya millî ya Tirkiyê nîşan didin.

2- Herdu aliyan tekezî li ser rûbirûbûna tevahiya awayên terorê û valaderxistina hewlên cudaxwaziyê ji Sûriyê dikin.

3- Parêzgarî ji wê rewşê tê kirin ku niha li Serê Kaniyê û Girê Spî di çarçoveya operasyona Kaniya Aştiyê de bi kûrahiya 32 km hatiye bidest xistin.

4- Herdu alî tekeziyê li ser giringiya Rêkeftina Edeneyê dikin û Rûsya dê hêsankariyan bike ji bo cîbicîkirina wê.

5-Roja 23yê Cotmehê ji demjimêr 12.00ê pêve, polîsên Rûs û parêzvanên sînor ên Sûriyê, ji xeynî herîmên operasyona “Kaniya Aştiyê”, li herêmên din dê ji bo 30 kîlometre dûrxistina YPGê kar bikin. Ev kar dê di nava 150 demjimêran de bê encamdan. Di heman demî de dê li rojhilat û rojavayê herêma operasyonê Türkiye û Rûsya dewriyeyên hevbeş pêk bînin (Qamişlo ne di nav de).

6- Tevahiya endamên YPG tevî çekên xwe wê ji Minbic û Ti-Refhetê bêne derxistin.

7- Herdu alî wê tedbîrên pêwîst werbigrin bo rêgirîkirin li ber derbasbûna terorîstan.

8- Herdu alî wê hêsankariyan bikin bo vegera bi dilxwaz û ewle ya koçberan.

9- Bo cîbicîkirina vê rêkeftinê mekanîzmeke taybet wê bê danîn.

10- Di çarçoveya Astana û çalakkirina komîteya destûrê de, kar ji bo çareserkirina kirîza Sûriyê tê kirin.

Ev yek di demekê de ye ku hêzên Amerîkayê ku ew çend sal bûn li Rojavayê Kurdistanê bicih bibûn, ji hin deverên weke Kobanî, Minbic, Tebqa, Reqa, Eyn Îsa, Girê Spî, Serê Kaniyê û Til Temir vekişiyan.

RÛDAW

bottom of page