Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê hatiye girtin

Selçûk Mizrakli, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê îro derketiye pêşberî dadgehê û dadgehê biryar daye ku bi tohmeta “endamê rêxistinê ye” û “propagandaya rêxistinê kiriye” ew bê girtin.

Selçûk Mizrakli tevlî Kezîban Yilmaz, Hevşaredara Kayapinarê, Orhan Ayaz Hevşaredara Bismilê û Rojda Nazlier, Hevşaredara Karazê di encama serdegirtina malên wan de roja 21ê Çiriya Pêşiyê hatibû desteserkirin.

Mizrakli piştî îfadeya li Midûriyeta Emniyetê ya Amedê birine Edliyeya Amedê. Mizrakli piştî derxistine pêşberî dozgeriyê, dozgerî daxwaza girtina wî kiriye û ew şandiye ber dadgehê.

Ddagehê jî biryara girtina Mizrakliyî daye.

Çavlirêye ku hevşaredarên din ên desteserkirî jî bibin edliyeyê.

Çi bûbû?

Wezareta Karûbarên Hundir 20ê Tebaxê bi sedema ku lêpirsînname ji bo wan hatine amadekirin, Şaredarê Bajarê Mezin ê Amed, Mêrdîn û Wanê ji wezîfeyê dûr xistiye.

Wezaretê di daxuyaniya xwe de gotiye ku Şaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçuk Mizrakli, Şaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk û Şaredara Bajarê Mezin a Wanê Bedîa Ozgökçe Ertan ji wezîfeyê hatiye dûrxistin.

Bixwîne - Wezareta Navxweyî: Li 29 bajaran 418 kes hatine desteserkirin

Li şûna Mizrakliyî Waliyê Amedê Hasan Basri Guzeloglu, li şûna Turkî Waliyê Mêrdînê Mûstafa Yaman û li şûna Ertanê jî Waliyê Wanê Mehmet Emin Bilmez weke kayum hatine tayînkirin.

Bixwîne - "Îradeya demokratîk hatiye kuştin"

Li gorî nûçeya Ajansa Anadolûyê, ji ber ku 9 lêpirsînname ji bo Mizrakliyî, 6 lêpirsînname ji bo Turkî u 7 lêpirsînname jî ji bo Ertanê hatine amadekirin û li dadgehên cezayê giran dadkirin berdewam dikin, ji wezîfeyê hatine standin.

22yê Tebaxê Walîtîya Êlihê mixtarên sê taxên bajarî û mixtarekê gundekê ji karê wan dûrxistiye û li şûna wan qeyûm wezîfdar kirine.

Walîtîyê biryara li ser mixtaran li malpera xwe weşandiye. Li gor daxuyanîya li ser malperê (bi zimanê tirkî) mixtarên taxên Çay, Korik û Bağlarê û mixtarê gundê “Kösetarla”yê ji karê wan hatiye dûrxistin. (RT/EMK/FD)

Bianet