Piştî 5 sal ji bindestiyê jineke Êzidî û kurekî 12 salî ji dest DAIŞê rizgar bûn
Navê vê jinê Eyşê Hisên û 27 salî û navê vî kurî jî Rêbaz Îslam û 12 salî ye, û herdu xelkê Şingalê ne.
Eyşê Hisên li gundê Mîsîrê yê Idliba Sûriyê bûye û berî du mehan Rêbaz Îsmaîl dîtiye ku zarokekî 12 salî ye û dema xwe li Şingalê cîran bûne.
Ew mala DAIŞî ku Eyşê kirîne û her heman male, nû Rêbaz jî kirîne.
Eyşê sê caran hewl daye bireve, lê hatiye girtin. Eyşê dibêje mala DAIŞî digotin hemû navçe di bin kontrola xelafetê de ye û eger hûn vegerin, kesûkarên we li Şingalê dê we bikujin.
Jina Kurd a Êzidî, Eyşê Hisên dibêje: “Em li qezaya Til Eferê bûn û piştre em birin Sûriyê û em li hemû deveran gerandin, li Sûriyê û Iraqê bi DAIŞê re. Sê xwîşkên min girtî ne û dayik û bavê min jî girtine û ez çi jê nizanim.”
Mala DAIŞî bi 3 hezar dolar Eyşê û 20 hezar dolar jî Rêbaz dane malbatên wan, ti kesekî Eyşê nemaye û hemû ketine destê xelafeta Îslamî û çarenivîsa wan nediyar e.
Dayik û bavê Rêbaz mane û ew radestî wan hatiye kirin, ku li Zaxoyê dijîn.
Rêbaz Îsmaîl jî ji Rûdawê re got: “DAIŞê em girtin û li me dan û ez îro li ba kesûkarên xwe me û kêfxweşim.”
Ew zarokên ku ji destê DAIŞê rizgar dibin, zimanê Kurdî ji bîr kirine. Rêbaz Îsmaîl herwiha diyar kir, gelik zarokên Êzidî yên girtî hebûn û min divêt ew jî rizgar bibin.
Li gor gotina wan kesûkarên rizgarbûyên DAIŞê, ew çar rojan li gel DAIŞê axivîne, heta ku ew kes rizgar kirine.
RÛDAW