Li Qamişloyê teqîn çê bû
Li navenda bajarê Qamişloyê yê Rojavayê Kurdistanê berî kêliyekê teqînek rû da.
Peyamnêrê Rûdawê li Rojavayê Kurdistanê, Huner Ehmed ragihand, teqîn li nav bazara Qamişloyê rû daye û bi rêya otomobîleke bombekirî hatiye encamdan.
Heta niha derbarê qurbaniyan de ti zanyarî nehatine zanîn.
Peyamnêrê Rûdawê diyar kir, hêzên Asayişê û ewlehiyê, tevî tîmên hawarçûnê gihîştine cihê bûyerê û rewş kontrol kirine.
Hêzên ewlehiyê derbarê bûyerê de dest bi lêkolînan kirine.
Ev teqîn di demekê de ye, ku piştî rêkeftina Rûsya û Tirkiyê, rewşa bajarê Qamişloyê aramtir bibû.
RÛDAW