Li Kelarê kempêna baykotkirina eşyayên tirkî dest pê kir
Bi destpêkirina êrişên Tirkiyê li dijî Rojavayê Kurdistanê re, li Başûrê Kurdistanê ji bilî xwepêşandananan, pêleka baykotkirina eşya û tiştên tirkî jî li dijî wan êrişan dest pê kir.
Li bajarê Kelarê, komek xortên kurd dest bi kempênekê kirine bo hişyarkirina welatiyan da ku eşya û tiştên tirkî nekirrin û bikar nehînin.
Endamekî wê komê bi navê Arî Izedîn ji BasNewsê re got, em diçin ba bazirgan û taciran û daxwazê ji wan dikin tiştên tirkî nehînin Kurdistanê, paşê em diçin ba dikandar û esnafan û daxwazê ji wan jî dikin tiştên tirkî nefroşin.
Arî Izedîn her wiha got, em li nav kolan û taxên bajêr de jî digerin û daxwaz ji welatiyan dikin tiştên tirk bikar nehînin. Qesta me ji vê yekê ew e ku em ziyanê bigehînin aboriya Tirkiyê.
Bi gotina wî xortê kurd, ew belavokan bi ser welatiyan û dikandaran de belav dikin û daxwaz dikin tiştên tirkî baykot bikin.
BasNews