Li ser fermana Serok Barzanî Mihemed bo Franseyê tê şandin
Piştî ku di encama bikar anîna çekên qedexekirî ji aliyê artêşa Tirkiyeyê ve, hijmarek welatiyên sivîl li Rojavayê Kurdistanê bi tundî birîndar bibûn.
Mihemed yek ji wan welatiyane ku di encama bikar anîna çekên qedexekirî de bi dijwarî birîndar bibû, li ser fermana Serok Barzanî ji Rojavayê bo Başûrê bi mebesta dermankirinê hatibû veguhastin.
Serok Barzanî jî di peyvendiyeke telefûnî de li gel bavê Mihemed jê re gotibû ku bo derman kirina Mihemed çi ji destê me were emê bikin.
Îro dîsa Serok Barzanî fermanda daku Mihemed bo derman kirinê ji Franseyê re were şandin û liwir were dermankirin.
KTV